Nîgeranî der bareyê tundûtûjiyê
"Mala Ewleh – Bêyî tundûtûjiyê" (Trygga hem – utan våld Degerfors)
Kesek nîgeran e ku di pêwendiyên te de tundûtûjî heye û ji ber wê yekê polîs hatiye mala te.
Tu ne bi tenê yî. Gelek kes hene ku di têkiliyên sozdariyê de dijîn ku tê de tundûtûjî heye. Bandora tundûtûjiyê tenê li ser kesekî nîne, belkî tevahiya malbat, zarok û xizm û kesên derdorê jî digire ber xwe. Tevgeriyana tundûtûjane dikare pêk bê ji: Jiserhemdêxweçûn, gelekî bihêrsbûn, gotinên nahez û pîs, avêtina tişt û daringan yan jî bikaranîna zext û guvaşê û kontrolkirina darayî. Tevgeriyana tawanbarane û tundûtûjî pêk hatiye ji: Gefxwarin, lêdan, pêhnavêtin, têhildan, kontrolkirin, destdirêjî, azirandina zayendî, sivikatîkirin, derxistin bo derve yan zirardana li milk û heyîtiya xizm û kesên te.
"Mala Ewleh – Bêyî tundûtûjiyê" (Trygga hem – utan våld) hevkariyek e di navbera polîs, saziya çavdêrî û verastkirina tawanbaran, şaredarî, miqayîtbûna tenduristiyê û bijîşkî û birêveberiya navçeyê.’
Em bi hev re dixebitin da ku tundûtûjiya malbatî bi dawî bihê..
• Toleransa civakê li hember tundûtûjiyê tuneye.
• Em naxwazin ku kesek ji xizm û kesên xwe bitirse.
• Em naxwazin ku zarok li nav malbatê de ku tunûtûjî lê heye, mezin heye.
Yarmetî berdest e
Em ji bo te li vir in û piştevanî û yarmetiyê pêşkêş dikin. Em dikarin van palpiştiyan pêşkêş bikin: Palpiştiya zarokan û parastina wan di şert û mercên tengasiyê de, piştevaniya gotûbêjê, alîkarî bo tevgeriyan û çareserkirina tiştên ku tûşî wan bûyî. Yarmetîdan di warê bengîbûn, xanûbereû milk û mal û darayî de. Em digel rêxistinên li hawîrdora parêzgehê de di têkiliyê de ne ku ew jî herwiha alîkariyê raber dikin.
Bi me re pêwendî çê bike – em ji bo te li vir in!
Em berdest in û bilez yarmetî û piştevaniyê raber dikin.
|
Tundûtûjiya giran û berdewam |
Telefonî hejmara 112 bike |
|
Rawêjkarî yan ragihandina sûcê |
Li polîs bigerin 114 14 |
|
Rawêjkarî yan daxwaza alîkariyê |
Xizmetguzariya Civakî (socialtjänsten) 0586-48100 |
|
Rawêjkarî yan daxwaza alîkariyê di demên awarte de |
Piştevaniya Xizzmetguzzariya Civakî (socialjouren) 112 |
|
Hêlên piştevaniyê ji bo kesên ku goriyê tundûtûjiyê ne |
Hêla Piştgiriya Jinan: 116 016 Hêla Piştgiriya Mêran: 020-80 80 80 Hêla Piştgiriya Duzayendiyan (Trans): 020-55 00 00 |
|
Hêlên piştevaniyê ji bo kesên ku tundûtûjiyê li kesekî dikin |
Biryar bide ku dawî lê bihêne: 020–555 666 Hêla Neteweyî ya Piştevaniya Mêran: 08-30 30 20 |